Aborî

Li Mêrdînê bêdera lazût bi xêr û bereket e

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 04.12.2021 - Rojanekırın : 05.12.2021
Li Mêrdînê bêdera lazût bi xêr û bereket e Halil İbrahim Sincar - AA

Mardin

 Li deşta Mêrdînê ya ku li welêt yek ji deverên girîng ên dexl û dan e berhevkirina lazût dewam dike.

Deşta Mêrdînê li herêmê ku bi qasî 3 milyon donimî ye wek zadê duyemîn lazût tê ajotin û niha bêdera wan dest pê kiriye.

Makîneyên paletiyê yên qirase li navçeyên Qiziltepe, Artuklu, Nisêbîn û Dêrikê dest bi çinîna lazût kirin û qamyonên lazût barkirî jî tên Navenda Bazirganiya Dexl a Qiziltepeyê û li wê derê tên hevişandin.

Dexlê li vê derê tê komkirin par bi par ji çar aliyê welêt ra tê şandin.

Sala par 600 hezar ton lazût ji deşta Mêrdînê hat berhevkirin û îsal ji ber ku hê bêtir zevî hatin ajotin tê payîn 2 milyon ton lazût bê berhevkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.