Türkan Tosun
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 25 Sibat 2019
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 67 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê bi 67,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 67,76 dolarî. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî bi 67,25 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.30an pê va ji sedî 0,37 kêm bû û bû 67 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,97 dolarî hat firotan.
Li gor daneyên heftane yên Baker Hughesa şirketa xizmetê li Amerîkayê hejmara kuleyên sondajê yên neftê li gor hefteyek berê 4 kêm bûn û daketin 853an.
Ji ber ku li Amerîkayê hejmara kuleyên sondajê yên neftê kêm bûn, bihayên nefta xam jî roja înê zêde bûn.
Pispor dibêjin biryara kirpandina neftê ya Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên li dervayî OPECê yên ku serkêşiya wan Rûsya dike û mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îran û Venezuelayê dibe sedem ku bihayê neftê zêde bibe.