Mert Davut
11 Mijdar 2024•Rojanekirin: 13 Mijdar 2024
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha îlonê da li gorî meha berê neguherî û bû ji sedî 8,6. Di vê heyamê da hejmara bêkaran wek 3 milyon û 100 hezar kes hat qeydkirin.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên hêza kar a meha îlonê eşkere kir.
Li gor vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan 15 û jê mezintir di meha îlonê da li gor meha berê 35 hezar zêde bû û bû 3 milyon û 100 hezar.
Rêjeya bêkariyê li gorî meha berê neguherî û bû ji sedî 8,6.
Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par jî 0,5 puan kêm bû.