Merve Özlem Çakır
05 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2022
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di mijdarê da mehane ji sedî 3,88, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 0,74 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 84,39, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 136,02.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha mijdarê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 70, 36, bihayê hilberînerê navxweyî jî ji sedî 128,94 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 2,88, YÎ-UFE jî ji sedî 0,74 zêde bû.
TUFE di mijdarê da li gor çileya pêşîn a par ji sedî 62,35, YÎ-UFE jî ji sedî 98,20 zêde bû.