Aborî

Daneyên enflasyonê hatin eşkerekirin

Göksel Yıldırım  | 03.06.2021 - Rojanekırın : 04.06.2021
Daneyên enflasyonê hatin eşkerekirin

Ankara

Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) di gulanê da ji bo mehê ji sedî 0,89, Endeksa Bihayê Hilberîneran a Nav Welêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 3,92 zêde bû. Enflasyona salane ji bo serfkaran bû ji sedî 16,56, ji bo hilberînerên nav welêt jî bû ji sedî 38,33.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) dema bala xwe didin 12 mehan tê dîtin ku di gulanê da bihayê serfkaran ji sedî 14,33, bihayê hilberînerên nav welêt jî ji sedî 22,24 zêde bû.

Di nav mehê da TUFE ji sedî 0,89, YÎ-UFE ji sedî 3,92 zêde bû.

TUIFE di gulanê da li gor berfanbara par ji sedî 6,39, li gor heman meha sala par ji sedî 16,59 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2020î ji sedî 17,34, li gor heman meha sala par jî ji sedî 38,33 zêde bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın