İbrahim Atmaca
04 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji cotmehê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiyên 12 mehan, bihayê xerîdar ji sedî 16,81, bihayê hilberînerê nav welêt ji sedî 22,58 zêde bû.
Li gor mehan Endeksa Bihayê Xerîdar (TUFE) ji sedî 2, Endeksa Bihayê Hilberînerê Nav Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 0,17 zêde bû.
TUFE di cotmehê da li gor berfanbara par ji sedî 10,59, li gor heman meha par ji sedî 8,55 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2018an ji sedî 6,71, li gor cotmeha par jî ji sedî 1,7 zêde bû.