13 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ANKARA
Bihayê warêlê nefta brentê di yekemîn roja hefteyê da bi 51 dolarî rexber dewam dike.
Hefteya borî roja înê bihayê warêlê nefta brentê bi 52,35 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da herî zêde derketibû 52,98 dolarî. Bihayê nefta brentê roja înê berjêrî 51,13 dolarî bû û herwiha hefte di nizimtirîn sewiyeya salê da girt.
Îro serê sibê jî bihayê nefta brentê bi 51,28 dolarî dest pê kir û ji saet 10.20î şûnda rexber dewam dike.