Abdullah Tel
16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
SAN FRANCISCO
Ajansa Parastina Derdorê (EPA) ya Amerîkayê diyar kir ku milyonek û 200 hezar dolar ceza ji ber firotina dermanê kêzikan ê dereqanûnî li şirketa Amazonê ya e-bazirganiyê hat birîn.
EPAyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji ber firotina dermanê kêzikan di sala 2014an da li hemberî Amazona şirketa e-bazirganiyê lêpirsînê dest pê kir.
Di encama lêpirsînê da derket holê şirketa Amazonê qanûnên ku firotina dermanên kêzikan li Amerîkayê qedexe kirine bi qasî 4 hezar carî binpê kir. Lê ji ber vê binpêkirinê bi şirketa Amazonê ra lihevkirin pêk hat.
Di encama lihevkirinê da jî milyonek û 200 hezar dolar ceza li Amazonê hat birîn û ewê jî êdî ji ser malpera xwe dermanê kêzikan nefiroşe.