Bihayê bermîla nefta Brentê bi 105,63 dolarî ye
Istanbul
Ji ber êrîşên ku Amerîka-Îsraîl dibin ser Îranê bihayê nefta Brentê roja înê heta 90,83 dolarî zêde bû û niha li piyaseyên navneteweyî bi 105,63 dolarî tê firotin.
Bihayê bermîla nefta Brentê îro ji saet 09.37an pê va li gor roja înê kêliya girtina piyaseyan nêzî ji sedî 14,8an biha bû û derket 105,63 dolarî.
Bihayê bermîla nefta Brent di roja ewil a hefteyê da heta 114,3 dolarî zêde bû ji Hezîrana 2022an vir va derket sewiyeya herî zêde.
Ji ber ku li Rojhilata Navîn pevçûn zêde bûn û li ser Tengava Hurmuzê ra sewqkirina vejenê tê tehdîdkirin, loma bihayê neftê evqas zêde bû.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
