Zanist û teknolojî

TEKNOFEST Îstanbulê deriyên xwe vekirin

Tolga Yanık  | 16.09.2025 - Rojanekırın : 16.09.2025
TEKNOFEST Îstanbulê deriyên xwe vekirin

Istanbul

TEKNOFESTa festîvala herî mezin a dinyayê ya hewagerî, feza û teknolojiyê ya ku bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ji bo cara 13em tê lidarxistin, dê hezjêkerên teknolojiyê sibê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê bicivîne.

TEKNOFEST Îstanbula ku Ajansa Anadoluyê (AA), Hevkarê wê yê Ragihandina Global e dê sibê dest pê bike û dê heya 21ê Îlonê ziyaretvanan biezimîne.

Festîvala ku li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê tê lidarxistin, ji pêşandanên hewayî heya pêşbirkan dê deriyên xwe ji bo çalakiyên curbecur veke.

Ji bo pêkanîna xeyalên xwe, zêdeyî 565 hezar tîmî û milyonek û 100 hezar pêşbazî serî li pêşbaziyên teknolojiyê yên TEKNOFEST Îstanbulê dan.

Ji bo çûyîna TEKNOFEST Îstanbula ku beşdariya wê bêucret e, divê ziyaretvan online qeyda xwe çêbikin. Saetên ziyareta qada çalakiyê 09.00-19.00 ne.

Der heqê TEKNOFEST Îstanbulê da zêdetir agahî li ser malpera "www.teknofest.org"ê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.