TEKNOFEST Stenbolê deriyên xwe vekirin
Istanbul
TEKNOFEST Stenbol ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Taximê Teknolojiyê ya Tirkiyeyê tê lidarxistin, deriyên xwe vekirin.
Festîvala ku Ajansa Anadoluyê ji bo wê Hevbeşa Ragihandina Kurewî ye, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê ji pêşbirkan heta nimayişên asîmanî ewê ji gelek çalakiyan ra bibe navend.
TEKNOFEST Stenbol ku bi kategoriyên pêşbirkan yên piştevanê geşandina teknolojiyê di qadên krîtîk da, derdikeve pêş, ew ê di 58 kategoriyên sereke û 137 kategoriyên jêrîn da pêşbirk lê bên lidarxistin. Taximên beşdar ewê sûdê ji piştekeke zêdetir ji 85 milyon lîreyî wergirin. Taximên ku bikevin dereceyê bi giştî ewê ji ser 65 milyon lîreyî ra xelatê bistînin.
Zêdetirî 565 hezar taxim û milyonek û 100 hezar pêşbirkvanên ku dixwestin xwewnên xwe pêk bînin, di çarçoveya TEKNOFEST Stenbolê da ji bo pêşbirkên teknolojiyê serlêdan kirin.
TEKNOFEST, ku heta niha mazûvaniya nêzîkî 11 mîlyon mêvanan kiriye, dê seranserê 5 rojan li Stenbolê ji bo her temenî, ji zarokan bigire heya ciwanan, ji malbatan bigire heya hezkiriyên teknolojiyê, çalakiyan li dar bixe.
Festîval dê nimayişên asîmanî, konser, performansên li ser dikê, atolyeyên perwerdeyî, qadên ezmûna simulasyonê, pêşandanên zanistî, Tunela Demê ya TEKNOFESTê, pêşangeheke wesayîtên deryayî, bejahî û asîmanî ya neteweyî û her weha ezmûneke firîna yekem a taybet ji bo xwendekaran pêşkêş bike.
Herwiha, stranbêj Kiraç wê di 19ê Îlonê saet di 19:00an, li ser dika festîvalê derkeve pêşberê hezkiriyên muzîkê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
