Zanist û teknolojî

Hişê çêkirî wê di "Turkiye Innovation Week 2025" da were nîqaşkirin

Emirhan Yılmaz  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Hişê çêkirî wê di "Turkiye Innovation Week 2025" da were nîqaşkirin

Istanbul

Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) mijara sereke ya Turkiye Innovation Week 2025ê (TIW) weke yek ji hêmanên herî girîng ên teknolojî û nûjeniyê hişê çêkirî, diyar kir.

Li gorî daxuyaniya TÎMê TIWa ku Ajansa Anadoluyê (AA) hevpara wê ya Ragihandina Kurewî ye, weke mezintirîn civîna înovasyonê li Tirkiyeyê û herêma derdorê tê binavkirin.

TIW ewê 9-11ê cotmehê bi piştevaniya Wezareta Bazirganiyê û bi mazûvaniya TÎMê cara 12emîn bê lidarxistin.

Çalakiya ku ewê bi serenava "Tomorrow:Now (Sibe:Nuha) li Navenda Kongreyê ya Halîçê bê lidarxistin, tê çaverêkirin wekî her sal bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li dar bikeve.

Di çalakiyê da, TIW dê vê veguherînê bi awayekî pir-qatî di serdemeke nû da çareser bike ku tê da hişê çêkirî li her aliyê jiyanê, ji hilberînê bigire heya qanûnê, ji pîşesaziya parastinê bigire heya perwerdeyê, diguherîne.

Di vê serdema ku mirov, çand û modelên karsaziyê ji nû va têne şêwedan, ev çalakî dê rêberên teknolojiyê, karsazan, akademîsyenan, xwendekaran û nûnerên giştî di bin vîzyonek hevpar da bîne cem hev.

Beşdarbûna çalakiyê bêucret e, lê ji bo pêşetomarê pêdivê serdana navnîşana "turkiyeinnovationweek.com"ê bêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.