Wêneyê nûçegihanê AAyê ya ku dema êrîşên Xazzeyê kişandibû di kovara Parîs Match a frensî de di nav 40 wêneyên herî bijarte yên 2014an de hat weşandin.
Wêneyên nûçegihanên AAyê yên ku di çar aliyê dinyayê dikşînin, bala çapemeniya navneteweyî dikşîne. Nûçegihanê serbest ê AAyê Ali Hasan dema Îsraîlê êrîş bir li ser Xezzeyê wêneyek balkêş kişand.
Di wêneyê de Kampa Penaberan a Eş-Şatiyê de mînareya Mizgefta El Suusî ji ber êrîşê hatiye xwarê û komek filîstinî di bin siya mîneraya xirabbûyî de nimêj dikin.
Kovara Parîs Matchê ya ku li Fransayê heftê carekî tê weşandin, di dinyayê de di nav 15 kovarên herî zêde tên firotan de tê nîşandan. Kovarê wêneyê Hasan di nav 40 wêneyên herî bijarte yên 2014an de weşand.
Heman kovarê di meha tebaxê de jî wêneyên AAyê ya ku êzdiyên ji ber zilma DÎŞIyê direvin û xwe dispêrin Tirkiyeyê nîşan dide jî di 4 rûpelên xwe de weşandibû.