Serîlêdanên Îstanbul Photo Awards 2026ê destpê kirin
Istanbul
İSTANBUL (AA) - Îstanbul Photo Awardsa pêşbirka fotografê nûçeyan a navneteweyî ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi mebesta piştevaniya fotograferiya çapemeniyê bi awayekî kevneşopî li dar dixe, îsal 12emîna wê tê lidarxistin.
Serîlêdanên 2026ê yê pêşbirka Îstanbul Photo Awardsa ku fotografên diyarkerên rojeva cîhanê jê ra tên şandin, destpê kirin.
Tenê ji ser malpera înternetê ya "www.istanbulphotoawards.com"ê dikare serîlêdan jê ra bê kirin û heta 9ê çileya paşîn a 2026an serîlêdan dê bidomin.
Di pêşbirkê da ku ji bo serîlêdanên bi fotografên nûçeyî yên ku îsal hatine kişandin vekirî ye, bi tevahî 58 hezar dolar xelat dê bê belavkirin.
Her sal nêzîkî 20 hezar fotograf ji bo vê çalakiya ku yek ji giringtirîn pêşbirkên cîhanê tê hesibandin, tên şandin.
- Serîlêdan dikarin di 10 kategoriyan da bên kirin
Di çarçoveya pêşbirkê da di 10 kategoriyan da di bin serenavên weke "Nûçeya Take", Nûçeya Serî", "Werzişa Take", "Werzişa Serî", "Siruşt û Jîngeh Take", "Siruşt û Jîngeh Serî", "Portre Take", "Portre Serî", "Jiyana Rojane Take", "Jiyana Rojane Serî" da dikare serîlêdan bên kirin.
