Xeberên saziyî

Serlêdanên Istanbul Photo Awards 2020ê dest pê kir

Serlêdan dê heya 31ê Rêbendana 2020an ji ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê ra bên wergirtin

Fatih Gazioğlu  | 08.11.2019 - Rojanekırın : 09.11.2019
Serlêdanên Istanbul Photo Awards 2020ê dest pê kir

Istanbul

Serlêdanên pêşbirka navneteweyî ya wêneyên nûçeyan Istanbul Photo Awards 2020ê ku Ajansa Anadoluyê îsal ji bo cara şeşemîn li dar dixe, dest pê kir.

Wênegirên profesyonel dê bikaribin wêneyên xwe yên sala 2019an ên li ser rojeva cîhanê ji bo pêşbirkê bişînin.

Her sal ji 100î zêdetir dewletan meriv serî li pêşbaziyê didin û pêşbazî ji saziyên çapemeniyê yên navneteweyî eleqeyeke mezin dibîne.

Di pêşbirka ku îsal li ser warê "nûçe" û "werziş"ê hûr dibe da dê di çar kategoriyên "Yek Nûçe", "Rêze Nûçe", "Yek Werziş" û "Rêze Werziş"ê da serîlêdan bên qebûlkirin.

Serlêdan dê heya 31ê Rêbendana 2020an ji ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê ra bên wergirtin.

Juriya navneteweyî ku wêneyan binirxîne, dê meha adarê li Tirkiyeyê bicive.

Ji wênekeşên belgefîlman Socrates Baltagîannîs daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev pêşbaziyeke gelekî girîng e û wiha axivî: "Di pêşbaziya sala 2016an ez bi wêneyekî beşdarî pêşbaziyê bûm û derketim fînalê. Pêşbaziyeke girîng e û ji bo wênekêşiya nûçegihaniyê organîzasyoneke balkêş e."

Di pêşbirkê da dê 8 hezar dolarî bi xelat bidin "Wêneyê Salê" yê ku bibe yekemîn.

Herwiha di hemû kategoriyan da yên yekemîn dê pênc hezar, yên duyemîn sê hezar û yên sêyemîn jî hezar û 500 dolarî bi xelat werbigirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın