Xeberên saziyî

Nûçegihanê wêneyan yê AAyê Elî Jadallah di pêşbirka wêneyan a li MYEyê hat lidarxistin da bû yekemîn

Gülşen Topçu  | 12.11.2025 - Rojanekırın : 15.11.2025
Nûçegihanê wêneyan yê AAyê Elî Jadallah di pêşbirka wêneyan a li MYEyê hat lidarxistin da bû yekemîn

Istanbul

Nûçegihanê wêneyan ê Ajansa Anadoluyê (AA) Elî Jadallah di pêşbirka wêneyan a navneteweyî ya ku li Dubaiya bajarê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) hat lidarxistin da, bi rêzewêneyên ku li Xezeyê kişandibûn va xelata yekembûnê hilda.

Pêşbirka Wêneyan ya Navneteweyî ya Hamdan Bîn Mihemed Bîn Reşîd Al Maktum (HIPA) li Dubaiyê hat lidarxistin.

Jadallah di kategoriya "Portfolyo (Story-Telling)" da bû yekem.

Ji ber ku Jadallah nikare ji Xezeyê derkeve, jina wî Dua Îsavîyê li ser navê wî xelat teslîm hilda.

Pêşbirk her sal bi mijareke cuda di bin himayeya Mîrê Dubaiyê Şêx Hamdan Bîn Mihemed Bîn Reşîd Al Mektum da tê lidarxistin.

Mijara îsal a pêşbirkê "Hêz (Power)" bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.