Sepana Androîdê ya AAyê hat nûkirin
Sepana Androîdê ya AAyê ku bi 13 zimanî îmkanê dide nûçeyên AAyê ji têlefonên biaqil û tabletan bên teqîbkirin hat nûkirin.
Ankara
Sepana Androîdê ya îmkanê dide ku nûçeyên Ajansa Anadoluyê (AA) ji têlefonên biaqil û tabletan bên teqîbkirin bi şiklê xwe yê nû di Google Playê da ye.
Xwendina nûçeyan û dîtina kategorî û nûçeyan êdî zehf hêsan e. Di sepana mobîl da êdî meriv dikare ekranê berjêr û berwar kaş bike û li hemû naverokan binihêre. Meriv dikare nûçeyan ji bona paşê bixwîne bide qeydkirin û weşanên zindî, agahî û rûpela sereke êdî li ber destan e.
Sepana Androîdê ya AAyê bi 13 zimanî îmkan û derfetê dide ku geşedanên li Tirkiye û dinyayê bên teqîbkirin û bi teknolojiya rojane ku di xwe da dihewîne di vî warî da pêşeng e.
Sepana ku berê jî hat nûkirin niha jî bi şiklê xwe yê nû di platformên iOS û Windowsê da ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.