Xeberên saziyî

Ji Ajansa Anadoluyê daxuyanî

"AA saziyeke medyayê ye ku daneyan vediguhezîne, ne ku encamên hilbijartinê eşkere dike. Li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê ne AA, lê Lijneya Bilind a Hilbijartinê eşkere dike"

Önder Beyter  | 17.06.2019 - Rojanekırın : 18.06.2019
Ji Ajansa Anadoluyê daxuyanî

Ankara

Di daxuyaniya Ajansa Anadoluyê (AA) da wiha hat gotin, "AA saziyeke medyayê ye ku daneyan vediguhezîne, ne ku encamên hilbijartinê eşkere dike. Li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê ne AA, lê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) eşkere dike."

Di daxuyaniya nivîskî ya AAyê da hat destnîşankirin ku Namzedê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji destpêka bernameya nîqaşê ku di têlevîzyonan da hevbeş hat weşandin, gelek carî navê Ajansa Anadoluyê bi neheqî anî ziman û ajans wek hedef nîşan da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ajansa Anadoluyê çawa ku şeva 31ê Adarê û li dû wê gelek carî eşkere kir, gava encamên 80 parêzgehan ragihand, li Stenbolê rêjeya sandoqên vekirî digel ku gihîştibû hema hema ji sedî 99an, lêbelê encam hê jî kifş nebû û herwiha ji ber qutbûna herikîna daneyan AAyê daneyên herî dawîn ji bo aboneyan veneguhestiye û li benda encamên LBHyê maye.

AAyê di 6 hilbijartinên beriya 31ê Adarê da jî bi heman şêweyî gava rêjeya sandoqên vekirî gihîşt ji sedî 99an, ragihandina encamên herî dawîn ji LBHyê ra hiştiye. Sepana ku di 31ê Adarê da hat kirin, ne ji yên din cuda ye. Em nexasim dixwazin vê yekê jî bi bîr bixin ku AA saziyeke medyayê ye ku daneyan vediguhezîne, ne ku encamên hilbijartinê eşkere dike. Li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê ne AA, lê LBH eşkere dike.

Em careke din ji bo raya giştî bi rêzdarî radigihînin ku ligel van hemû daxuyaniyên me, brêz Îmamoglu pêkutiyê dike, ajansa me dike armanc û bi neheqî ajansa me tawanbar dike ku em jî vê yekê şermezar dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.