Nihat Kavşut
17 Sibat 2022•Rojanekirin: 18 Sibat 2022
ANKARA (AA) - Balyoza Panamayê ya Enqereyê Mariela Sagel Midûriya Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê û Yusuf Ozhanê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Rêvebirê Weşana Giştî Mariela Sagela ezimandin
Karagoz diyar kir ew kêfxweş in ku mazûvaniya Sagelê dikin û der barê sazûmaniya nûçeyan a kurewî ya AAyê û xebatên wê da agahî da Sagelê.
Balyoz Sagelê jî diyar kir ku ji bo xurtbûna têkiliyên herdu welatan AA di serî da rola medyayê girîng e.