ANKARA
Anadolu Agency hemû agahî û hûrgiliyên der barê hilbijartina herêmî ya ku dê di 30yê Adarê de bê kirin, bi bernameya taybet a "AA Hilbijartina Herêmî ya 2014an" dê bigihîne aboneyên xwe.
Kordînatorê projeya "AA Hilbijartina Herêmî ya 2014an" Hasan Oymez diyar kir ku bi ekîba AAyê ya profesyonel re ji bo hilbijartinên herêmî xebatên xwe didomînin.
Oymez da zanîn ku encamên hilbijartinê, bi wêne, anîmasyon, grafîk, analîz û vîdeoyan ve dê demildest û heta ku encamên fermî diyar bibin bênavber bidin û wiha got: "Di weşana taybet a hilbijartinê de ji bilî encamên 30 bajarên mezin em ê encama 923 navçeyan jî bidin. Ji bo ku em bikaribin encamên hilbijartinê li ser her sindoqê bidin, me bernameyeke taybet amade kir. Kesên ku bibin aboneyê "AA Hilbijartina Herêmî ya 2014an" dê encaman demildest û bi awayekî lezgîn hîn bibin.
-"Databanka namzetan tê amadekirin"
Ji bo namzetên şaredariyên bajarên mezin, navçe û bajarokên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin jî xebat tên kirin. Oymez destnîşan kir ku agahiyên der barê jiyana namzetan û tevlî wêneyên wan ve li ser databankê tên amadekirin û wiha pê de çû: "Di êvara 30yê adarê de dema ku encam diyar bûn û namzetên ku qezenc kirine hatin parvekirin em ê jî agahiyên der barê jiyana wan kesan tevlî wêneyên wan parve bikin. Bi vê xebatê kiryarên me li seranserê Tirkiyeyê nêzî hezar û 500 şaredarên ku nû hatine hilbijartin dê bibînin.
-Ji bi rojname, tv û înternetê weşanên taybet
AA piştî hilbijartinê navên ku qezenc kirine dê wek flaş bide. AAyê ji bo qanalên televizyonê, malperên înternetê û rojnameyan naverokên ji hev cuda û taybet amade kir.
-Encamên hilbijartinê dê bi 6 zimanan bê belavkirin
Encamên hilbijartinan dê bi 6 zimanan ve pêşkêşî dinyayê bibe. Ji bilî tirkî dê bi ingilizî, rûsî, erebî, BHS (boşnakî, sirpkî, hirvatkî) û kurdî (kurmancî û soranî) encamên hilbijartinên herêmî bên belavkirin.