NEW YORK / ANKARA
Anadolu Agency di çarçoveya hedefên xwe yên sala 100emîn de sazîbûna xwe ya derveyî welêt didomîne. Di vê çarçoveyê de, dê li Amerîkayê Ofîsa Berpirsyariya Weşanên Herêma Amerîkayê veke.
Ofîsa AAyê ya Berpirsyariya Weşanên Herêma Amerîkayê dê 24ê mijdarê bi beşdarbûna Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, li New Yorkê vebe. New York li Amerîkayê navenda aborî, huner û dîplomasiyê ye. Ofîs jî dê li Manhattanê vebe û dê bibe navenda AAyê ya parzemîna Amerîkayê.
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dê bi hev re ofîsê vekin. Gelek berpirsyarên payebilind jî dê beşdarî vekirinê bibin.
Ofîs dê bibe alîkar ku AA li gor çarçoveya hedefên xwe yên sala 100emîn bigîhêije armancên xwe. Ji hêla din ofîs dê bibe navendeke AAyê ya girîng ya ku weşanên Îngîlizî dike. Ofîs nêzîkî Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û sembolên girîng yên New Yorkê ne.
Cihazên teknolojîk yên ji bo vîdeo, wêne û nûçeyan li ofîsa ku li ser cadeya 2emîn ya Manhattanê ye hatin amadekirin.
Ofîsa New Yorkê ji xêynî Amerîkayê dê ji bo welatên wek Brezîlya, Arjantîn, Meksîka, Şîliyê jî bibe cihekî navend. Ofîs dê di nava demê de mezin bibe û bûyerên li herêmê yên qasî 60 welatan dê bigîhîne aboneyên xwe.
Ofîs dê bûyerên borsaya New Yorkê ya ku dinya ji nêz ve dişopîne û bûyerên Wall Streetê jî bigîhîne kesên ku bi fînansê ve eleqeder dibin.