Tirkiye

Îtalyayê biryar da ku 30 dîplomatên Ûris bên dersînorkirin

Barış Seçkin  | 05.04.2022 - Rojanekırın : 06.04.2022
Îtalyayê biryar da ku 30 dîplomatên Ûris bên dersînorkirin

Roma

 Wezîrê Karên Derva yê Îtalyayê Luîgî Dî Maîo daxuyand ji ber ewlehiya neteweyî wan biryar da ku 30 dîplomatên Ûris bên dersînorkirin.

Luîgî Dî Maîo li Berlina paytextê Almanyayê beriya ku beşdarî "civîna piştgiriya Moldovayê" bibe daxuyanî da rojnamevanan.

Dî Maîo got serê sibê Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derva Ettore Sequî bangî Balyozê Romayê ya Rûsyayê Sergey Razov ki û ji wî ra got 30 dîplomatên Ûris ên li Îtalyayê dixebitin wek "kesên nayên xwestin" hatine îlankirin.

Wezîr Dî Maîo anî ziman ew bi şirîkên xwe yên Ewropayî û Îtifaqa Atlantîkê ra tevdigerin û wiha axivî: "Ji ber ku Rûsyayê bi neheqî êrîşî Ukraynayê kir, di çarçoveya vê qeyranê da me ji ber sedemên ewlehiya xwe ya neteweyî ev biryara da. Îtalya ji bo ku li Ukraynayê ewlehî û aştiyê pêk bîne musaîd e. Ji bo ku ev kar pêşva herin, çi hewce dike em ê bikin. Di nav welatên garantor da cih girtin tê wê meneyê ku ji bo aştiyê di rêya dîplomatîk da divê bê meşandin. Tu rîska vê tune."

Dî Maîo got tu gefxwarinek jî wê rê li ber çalakiyên wan ên aştiyê negre, armanca wan ew e ku ev şer dawî bibe û aştî çêbibe.

Fransa, Almanya, Danîmarka, Slovakya û Belçîkayê jî di rojên dawîn da biryar dabûn ku hin dîplomatên Ûris bên dersînorkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.