Dinya

Îsraîlê Greta Thunberg jî di nav da 171 aktîvîstên derdestkirî yên din jî dersînor kirin

Mustafa Deveci  | 06.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Îsraîlê Greta Thunberg jî di nav da 171 aktîvîstên derdestkirî yên din jî dersînor kirin Israel Foreign Ministry/Handout

Ankara

Îsraîlê ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî 171 aktîvîstên din jî dersînor kirin ku ji bo birina alîkariya însanî û qulkirina dorpêça Îsraîlê, berê xwe dan Xeta Xezeyê lê rastî êrîşa Îsraîlê hatin û her wiha hatin derdestkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê ya platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka da hat destnîşankirin ku 171 aktîvîstên ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî derdestkirî bo Yûnanistan û Slovakyayê hatin şandin.

Hat diyarkirin di nav dersînorkiriyan da aktîvîsta hawirdorê Greta Thunbera Swêdî jî heye.

Her wiha tevî daxuyaniyê, wêneyên dersînorkirina hin aktîvîstan jî hatin parvekirin.

Di wêneyan da diyar bû ku kincên bi heman rengî li Thunbergê û aktîvîstên din ên di wêneyan da dixuyên, kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın