Di vê hilbijartinê de gelek tiştên cara ewilîn qewimîn û Arinç bal kişand ser vê yekê jî û wiha got: "Ajansa me ya neteweyî Anadolu Agencyê cara ewil ji ser sindoqan encamên hilbijartinê wek nûçe belav kir. Rastiya encamên ku AAyê dan jî di dema encam hatin eşkerekirin de diyar bû. Ez dixwazim bala bikşînim ser AAyê. Bi taybetî namzedê CHPyê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mensûr Yavaş, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû û pêşîkêşên partiyê AAyê sûcdar kirin. Ev tevger spekulasyon in li dijî AAyê tên kirin. Bi taybetî jî sernava ku rojnameyekî dabû ve xwestin vê yekê bidin bawerkirin. Xwestin ku ajansa me derewkar derxin. Lewra encamên ewil ji aliyê AAyê ve hatin dayîn, paşê ajanseke taybet ya ku niha navbera wê û hikûmetê tuneye jî dest bi parvekirina encama kir. Wan jî gotin encama her du ajansa ne yek e û bi vê hincetê bohtan li AAyê kirin. Nûçeyên ewil ajansa me da û encamên ajansa taybet jî piştî 2-3 seatan, bi ajansa me re bû yek. Ji ber vê jî him ew ajansa taybet û him jî hemû rojname û televizyonan encamê ajansa me qebûl kirin û dan. Me ev kara bi 1500 nûçegihan û 95 hezar xebatkaran ve kir."
-"Ajansa me manîpulasyon nekiriye"
Arinç bi lêv kir ku ajansa AAyê saziyeke ne wisa ji rêzê ye û wiha pê de çû: "Ev ajansa ku ji aliyê Ataturk ve hatiye damezrandin bi xebatên me yên salên dawî ve gelekî pêş ve çû. Ji ber çi em li ser navê partiyekê encamên hilbijartinê manîple bikin. Ev îftira ye, ev gotinên bêbinî ne û em vê yekê teqez red dikin. Ez ji dil û can dibêjim ku ajansa me manîpulasyon nekir, lê encamên hilbijartinê CHPyê şermezar kir."
Alîkarê Serokwezîr axaftina xwe wiha domand: "Heke meriv bala xwe bide nûçeya rojnameya Tarafê, Midûrê Giştî yê AAyê Birêz Kemal Ozturk ew şev bi qasî 15 deqîqeyan çûye Navenda Giştî ya AK Partiyê. Di vê yekê de çi bûye? Divê van bêhayên hanê ewilî bizanibin ku Birêz Ozturk ne karmendekî dewletê ye û xwediyê wê statuyê jî nîne. Rojnamegerekî serbest ê xwediyê karta zer a çapemeniyê ye û bi salan e ku rojnamegeriyê dike. Yanî mêrik ji bo 15 deqîqeyan hatibe navenda partiyê çi hewce dike ku ew rojname vê yekê wek nûçeyeke taybet spekule bike û bi awayekî derew bide. Heke ku zanin bila bêjin ku Ozturk bi kê re hevdîtin kiriye, bi kê re xeberdaye bila wê jî bidin. Li gor min hatina rojnamegerekî serbest ê xwediyê kartêa zer a çapemeniyê ya navenda partiyê de tu pirsgirêk tuneye û ev yek jî tiştekî asayî ye.
Ez zanim ku Birêz Kemal Ozturk wek rojnamegerekî mitîngên Kemal Kiliçdaroglû û yên Dewlet Bahçelî jî şopandiye. Ev tevgereke rojnamegeriyê ya asayî ye. Her kes dikare were Navenda Giştî ya Partiyê lewra ew derî ji her kesî re vekirî ye. Birêz Kemal Ozturk ji bo encamên hilbijartinê bên dayîn, 20 saetî li ajansê tevlî xebatkaran ve xebitî û xwest ku encamên hilbijartinê wek nûçe ji hemû rojname, televizyon û kiriyaran re bên şandin. Bi rastî xebateke gelekî baş kirin û ji ber vê jî ez Birêz Ozturk û AAyê gelek serkeftî dibînim û wan ji dil û can pîroz dikim."