Önder Beyter
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Li Elezîzê xezînegerê ku dereqanûnî erd kola, ji ber ku di wê kêliyê da "drone"a cendirmeyê dîmenê wî kişand, wî drone da ber keviran hat qefaltin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ku bi teknolojiya pêşketî xizmetê dide, ji bo astengkirina fealiyetên qaçaxçîtiyê bi droneê va çil û çiyayên bajarokê Yurbaşiyê ji asîman kişand.

Herwiha di kontrolan da ekîban tesbît kir ku kesek li çolê dereqanûnî erd dikole. Ji bo ku berşik ji nêzîk va were xuyanê, drone hat emilandin.
Di vê kêliyê da berşik jî ferq kir ku drone nêzîkî wî dibe û wî drone da ber keviran.
Paşê berşik dît ku drone jê dûr ket û ew jî cardin vegeriya karê xwe û kolandin dewam kir.
Herwiha ev kêlî jî bi kameraya droneê hatin kişandin.

- Li ser sûc hat girtin
Ji ber ku ciyê bûyerê dûr bû, wê rojê berşik nehat girtin. Lêbelê nasnameya berşik ji dîmenên kameraya droneê hat tesbîtkirin.
Berşik A.A. di encama şopandinê da gava li ciyekî din şixulê kolana dereqanûnî dikir, di hundirê çalê da li ser sûc hat girtin.
Miemeleyên A.Ayê binçavkirî li cendirmeyê dewam dike.