Suat Öztürk
26 Sibat 2024•Rojanekirin: 26 Sibat 2024
Li Paluya navçeya Elezîzê kana madenê tep bû.
Li texma gundê Kayaonuyê kaneke kromê ya taybet ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, tep bû.
Li ser ragihandina bûyerê cendirme, ambulans û ekîbên AFADê sewqî herêmê kirin.
Waliyê Elezîzê Omer Toraman diyar kir, dora saet 10.04an li navçeya Paluyê texma gundê Kayaonuyê kaneke kromê tep bû û ekîban demildest berê xwe da wê derê.
Walî got ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê demildest dest pê kirin, ji bo derxistina karkerên ku di binê kavila kanê da man ekîb bê navber dixebitin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê jî 4 karker di binî da man, 3 kes hatin xelaskirin, ji bo xelaskirina karkerê din xebat dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo bûyerê tehqîqata edlî û îdarî dest pê kir.