Zafer Fatih Beyaz, Ferdi Türkten, Yasemin Kalyoncuoğlu
16 Îlon 2021•Rojanekirin: 17 Îlon 2021
Li Kuliyeya Serokomariyê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bernameya "Xelatên Medyayê ya Anadoluyê ya 6an" hat lidarxistin.
Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar, Derya Yanika Wezîra Malbat û Xebatên Civakî, Bînalî Yildirimê Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê, nûnerên partiyê siyasî, parlementer, nûnerên medyayê û rojnamevan beşdarî bernameyê bûn.
Di bernameyê fîlma danasînê ya Komeleya Weşangerên Anadoluyê hat nîşandan. Sînan Burhanê Serokê Komeleyê ji bo meneya rojê xelat teqdîmî Serokomar Erdogan kir.
Piştî axaftinan Serokomar Erdogan di hin kategoriyan da xelat da kesên xelat heq kirine.
"Xelata Ragihandinê ya Salê" dan Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê. "Xelata Ajansa Xeberan a Salê" dan Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê.
Sînan Burhanê Serokê Komeleya Weşangerên Anadoluyê di axaftina xwe da bal kişand ser girîngiya medyaya Anadoluyê û got ku medyaya herêmî ji bo nûçegihaniya rast gelekî dixebite.
Burhan wiha axivî: "Me wekî medyaya din piştgirî neda derbeya 27ê Gulanê, em di derbeya 12ê Îlonê da tunebûn, em li dijî hewla derbeyê ya 17-25ê Berfanbarê li aliyê îradeya neteweyî sekinîn."