Xeberên saziyî

"Perwerdeya Peyamnêriya Vejenê" ya bi hevkariya AA û TÎKAyê dest pê kir

Perwerdeya ku ji bo rojnamegerên biyanî tê lidarxistin û ji welatên cuda 20 kursiyer beşdar bûn, dê heya 19ê nîsanê dewam bike

Önder Beyter  | 08.04.2019 - Rojanekırın : 09.04.2019
"Perwerdeya Peyamnêriya Vejenê" ya bi hevkariya AA û TÎKAyê dest pê kir

Ankara

"Perwerdeya Peyamnêriya Vejenê" ku bi hevkariya Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) ji bo rojnamegerên biyanî tê lidarxistin dest pê kir.

20 kursiyerên ji Moldova, Albania, Gurcistan, Efxanistan, Ukrayna, Qazaxistan, Misir, Sirbistan, Sûdana Başûr û Venezuelayê beşdarî bernameya perwerdeyê ku di çarçoveya vîzyona AAyê ya gihandina peyamnêrê qadê yê jêhatî û bernameya gihandina peyamnêran a TÎKAyê da di bin sîwana Akademiya Nûçeyan a AAyê da tê lidarxistin, dibin. Di bernameya ku zimanê perwerdeyê Îngilizî ye, ji bo dersên ku dê Tirkî bên vegotin da jî dê alîkariya wergera sîmultane were pêşkêşkirin.

Midûrê Akademiya Nûçeyan a AAyê Hayri Çetinkuş ku der heqê bernameyê da agahî da beşdaran, diyar kir ku AA wekî dezgeheke nûçeyan a navneteweyî bi 13 zimanan weşanê dike.

Çetinkuş destnîşan kir ku di bin banê Akademiya Nûçeyan a AAyê da ew di demên destnîşankirî yên salê da ji bo rojnamegerên biyanî yên ku ji deverên cuda yên dinyayê tên, bernameyên perwerdeyê li dar dixin û wiha dewam kir, "Bi hizr û ramana ku dê sûda wê bigihîje dîplomasiya qamûyê, em perwerdeya bi van cureyan didin rojnamegerên ku ji welatên dost û bira tên."

Çetinkuş da bibîrxistin ku AA, 6ê Nîsana 2020an bi destê Mustafa Kemal Ataturk hat damezirandin da ku rewatiya têkoşîna serxwebûna Tirkiyeyê ji raya giştî û dinyayê ra vebêje û wiha dewam kir, "Dezgeha ku dê di 2020an da 100emîn salvegera xwe pîroz bike, dixwaze bibe yek ji 5 ajansên herî mezin ên dinyayê."

AAya ku van salên dawîn hevkariya xwe ya ligel ajansên navneteweyî û dezgehên medyayê yên herêmî zêde kir, ligel TÎKAyê bernameya Perwerdeya Peyamnêriya Vejenê li dar xist. Herwiha ev bername dê heya 19ê nîsanê dewam bike û beşdarên ku di dawiya 78 saet dersên teorîk û pratîk da serkeftî bin dê mafê wergirtina sertîfîkayê bi dest bixin.

Ligel waneyên teknîkî yên wekî peyamnêriya vejenê, rêbazên nivîsîna nûçeyên vejenê, bandora înfografîk, wêne û dîmenan li ser nûçeyê, dê waneyên di warên cuda yên wekî dîplomasiya vejenê, peywendî û ewlehiya li ser vejenê, hiqûqa vejenê, veguherîna di polîtîkayên vejenê yên navneteweyî da, polîtîkayên herêmî yên vejenê, dezgehên navneteweyî yên vejenê û aboriya vejenê da jî perwerde were dayîn.

Di bernameyê da ligel pisporên ji Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî, Dezgeha Verastkirina Piyaseya Vejenê û Hevpariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê, dê ji Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn Prof. Dr. Oktay Tanrisever û ji Enstîtuya Lêkolînê ya Hiqûqa Vejenê Parêzer Suleyman Boşça ders bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.