14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Serokê Komîsyona Vejenê ya Parlamentoya HKIyê Şerko Cevdet, "Tîmên me ji bo îxrackirina xaza sirûştî niha dixebitin. Boriyên xazê dawiya salê ya 2017an dê bên avakirin û 2018an pê va jî xaz dê bê îxrackirin."
Cevdet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Rûsya di nav dewletên ku xazê îxraca Ewropayê û Tirkiyê dikin de ye, lê herêma Kurdistanê jî dikare bikeve nav van welatan. Ji bo vê planên me yên stratejîk hene. Ev tişt ji bo herêmê firsendeke mezin e."
Cevdet der heqê mîqdara xazê ya ku dê îxracê Tirkiyeyê bikin de jî wiha got: "Ev ê piştî xebatên teknîk dawî bûn û li gor kapasiteya avakirina boriyan bê eşkerekirin."
Cevdet axaftina xwe wiha temam kir:
"Li gor daneyên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî yên dawî de, em rojekê de 600 hezar warîl neftê îxracê Tirkiyeyê dikin. Ji bo zêdekirina kapasîteya îxracatê xebatên me hê didomin. Li gor texmîna, di sala 2016an rojekê de mîlyonek warîl neft dê bê îxrackirin."