Ahmet Aydın
19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdarê Tirkiyeyê (TSK)ê ragihand ku li çolwarên Şirnax Bestler Derelerê, di nava şikeftekê de 11 endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz bi operasyoneke asîmanî hatin kuştin.
TSKê bi danezanekê radihand ku di çarçoveya operasyonan da îşev seat navbera 19.50-20.20 de, li çolwarên Bestler Derelerê piştî tesbîtkirina cihên terorîstan operasyona asîmanî hat lidarxistin.
Balafirên cengê yên Hêzên Çekdarê Tirkiyeyê di encama operasyoneke asîmanî de, di nava şikeftekê de 11 endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz kuştin û 2 mewziyên çek jî hatin îmhakirin.
Piştî ku balafiran erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn vegeriyan baregehên xwe.
Operasyon li herêmê berdewam in.