ELAZIG
"Trêna Aştiyê" ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê wê 10 bajaran bigere û here Diyarbekirê. Trên vê gavê gihîşt Elazigê.
Platforma Li Aştiyê Binhêre ev çalakî li dar xist û trên wê heta 21ê adarê li 10 bajaran bigere. Rawestgeheke trênê jî Elazig e. Trên li Elazigê bi def û klarnetê ve hat pêşwazîkirin û milet govend gerand. Alîkarê Waliyê Elazigê Zekeriya Goker, Alîkarê Şaredar Mahmut Varol, nûnerên saziya civaka sivîl û gel trên pêşwazî kir.
Goker li vê derê axivî û got ku ne pêkan e mirov gavên ku ji bo aştiyê tên avêtin neparêze, em ji hemû kesên ku ji bo aştiyê dixebitin re sipasdar in.
Kordînatora Trêna Aştiyê Hîlal Alperê jî got ku me ji gelê Elazigê re peyama biratiyê û hezjêkirinê anî û wan bi xwe jî li vê derê biratî dît.
Alperê daxuyand ku eleqeya gel dide nîşan ku ew di rêya rast de nin û ev jî baweriya wan zêdetir dike.
Piştî ku li baxçeyê Gara Elazigê "şitla aştiyê" hat danîn, Trêna Aştiyê berê xwe da Diyarbekirê.