HELEBCE
Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cûbûrî di çarçoveya seredana xwe ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de Helebce ziyaret kir.
Bi boneya 27emîn salvegera komkujiya Helebceyê ve Cûbûrî ligel alîkarê xwe Aram Şêx Mihemed, Parlementera Meclisa Iraqê Ala Talabanî û rayedarên din ve li "Hola Konferansê ya Kevingeha Komkujiyê" civîna çapemeniyê li dar xist.
Cûbûrî diyar kir ku rejîma Baasê li ser gelê Helebceyê çekên kîmyewî bi kar anî û qetlîam kir û wiha pê de çû: "Rejîma dîkta li hemberî vî gelî sûcekî mezin ê mirovahiyê kir. Hikûmeta îro divê ji raburdiya Helebceyê baş şîret bigre. Tu rêvebirên dîktator tevî çekan bi tu awayî nikare li hemberî îradeya gel bisekine."
Cûbûrî balkişand ku Helebce bi awayekî fermî bû 19emîn parêzgeha Iraqê û wiha berdewam kir: "Em ê hewl bidin ku di sala 2015an de Helebce ji Silêmaniyê azad be û bibe xwediyê budçeya xwe. Em li Parlementoya Iraqê pêşnûmayekê amade dikin ku ji xizmên welatiyên me yên ku di êrîşa kîmyewî de mirin û zirar dîtin re tezmnat were dayîn."
Herwisa Cûbûrî balkişand ji bo ku ew zarokên Helebceyî yên ku di dema êrîşê de revîn Îranê û wenda bûn werin dîtin wan dest xebatê kir û ewê ligel rêvebiriya Tehranê jî li ser vê mijarê rawestin.
Dû re Cûbûrî û şandeya bi pê re çelengek danîn ser "Abîdeya Qurbaniyên Helebceyê" û ji bo kesên ku di kîmyabaranê de can dan dia kirin."