ANKARA
Li navenda paytextê Enqereyê û hin navçeyan berf barî.
Li navçeya Beypazariyê qalindahiya berfê gihîşte 8 û 10 santîmêtroyan. Li cihê bilind jî qalindahiya berfê bû 15 santîmêtro.
Tîma şaredariyê û bejahiyê ji bo ku rê paqij bibin xebatan dikin.
Rayedaran hişyarî dan ku ajokar baldar bibin.
Ji hêla din darên ku fêkî dan di bin berfê de man.