IGDIR
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag: "Divê bê edaletî û neheqiya ku bi salan e dewam dike ji holê rabe. Heger AK Partî vê neke, wê edalet û wicdana gelê Tirkiyeyê vê bike."
Yuksekdag li Qada Berhevkirina Pincarê beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bû û axivî.
Yuksekdagê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya der barê "meseleya kurdan" da bi bîr xist û wiha got: "Erdogan di sala 2006an da digot meseleya kurdan meseleya mine. Piştî 9 salan jî gotina xwe guherand. Yên ku digotin meseleya kurdan tuneye, bixwe wenda bûn. Gelek hikûmet hatin û çûn, yên ku meseleyê înkar kirin, çawa hatin, wisa jî çûn."
Yuksekdagê destnîşan kir ku dest dan ser temsiliyeta siyasî ya gelê kurd û wiha got: "Em dibêjin çiyê we kêm e? Rayên ku we dizî kêm e. Bi benda hilbijartinê îradeya siyasî ya gelê me didizin. Dest didin ser temsiliyeta siyasî. Em ji bo van têkoşînê didin. Em ê rayan ji we bistînin."
- "Baweriya me bi vê îqtidara siyasî tuneye"
Yuksekdagê destnîşan kir ku baweriya me bi hikûmeta AK Partiyê tuneye û wiha axivî: "Baweriya me bi vê îqtidara siyasî tuneye. Lê baweriya me bi wicdana gelê Tirkiyeyê heye. Divê bê edaletî û neheqiya ku bi salan e dewam dike ji holê rabe. Heger AK Partî vê neke, wê edalet û wicdana gelê Tirkiyeyê vê bike."
Yuksedagê piştî axaftina xwe agirê Newrozê vêxist û tevî welatiyên ket govendê.