19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Hat tesbîtkirin terorîstê ku di operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Bidlîsê da hat berterefkirin Şerîf Yakut e û ew di Lîsteya Kesên Ji ber Terorê Lê Digerin da di kategoriya sor da ye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çolwarê gundê Kayadagê ya navçeya navend a Bidlîsê duh "Operasyona Serdesteyê Cendirme yê Şehîd Hakan IŞIK 2019-60" kirin.
Hat tesbîtkirin terorîstê ku di operasyonê da hat berterefkirin Şerîf Yakutê bi nasnava "Elî Piling"ê berpirsê sehaya navîn ê qaşo ye û di Lîsteya Kesên Ji ber Terorê Lê Digerin da di kategoriya sor da bi 4 milyon lire xelatê lê digeriyan.
Hat hînbûn ku terorîstê navborî di sala dawîn da telîmata çalakiyên li Diyarbekir, Batman, Bidlîs, Mûş, Elezîz û Bingolê daye.
- Ji Walîtiya Bidlisê der barê bûyerê da daxûyanî
Walîtiya Bidlîsê ragihand ku di operasyona Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê da terorîstê ku di lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin da di "kategoriya sor" da ye hat berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku bi destê Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li kirê gundê Kayadagê 17ê hezîranê operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di operasyonê da qaşo berpirsê eyaleta qada naverast Şerîf Yakut ku navê wî yê kod Elî Piling e û di lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin da bi 4 milyon lireyî va di "kategoriya sor" da ye, tevî çek û cebilxaneya xwe hatiye berterefkirin. Hêzên me yên ewlekariyê ji bo aramî û ewlehiya gel dê têkoşîna xwe ya dijî terorê bênavber bidomîne."