27 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Yek ji 5 terorîstên ku 14ê Îlonê bi operasyona cendirmeyan li dorbera Wanê hatin berterefkirin Bayram Başkala ye ku di kategoriya gewr da lê digeriyan.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin Fermandariya Cendirmeyên Wanê 14ê Îlonê li dorbera Wanê derketin operasyonê û di operasyona cendirmeyan da 5 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan hat tesbîtkirin yek ji 5 terorîstên ku hatin berterefkirin Bayram Başkalayê bi nasnavê "Artos" e ku di kategoriya gewr da lê digeriyan û ji bona qefaltina wî 300 hezar lire xelat danîbûn.
Wek mayîn hat tesbîtkirin Bayram Başkala failê gelek êrîş û çalakiyan e.