24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
GAZÎANTEP
Midûrê Giştî yê Kooperatîfên Kredî û Çandiniyê Îrfan Guvendî got ku dema bûyerên terorê qewimî cotkaran berên xwe nefirotin û wiha dewam kir: "Ji bo ku pirsgirêk çênebe me bi kooperatîfên xwe ve hevdîtin kir û me hewl da ku ew li hember hemû pirsgirêkan berên cotkaran bikirin. Em bi vê mijarê de serkeftî bûn."
Guvendî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di sala 2015an de du hilbijartin çêbûn û havînê jî bûyerên terorê qewimîn.
Guvendî daxuyand ku bûyerên terorê li ser cotkaran tesîreke nebaş kir û wiha axivî: "Li Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê em gihîştin hedefên xwe yên li giştiyê Tirkiyeyê. Heke bûyerên terorê nebûya dibe ku me vê hedefê zêdetir jî kar bikira. Ji ber bûyerên terorê bi taybetî li hin herêman cotkaran derfet nedît ku toximê bisertîfîka bi kar bînin. Hinekan berên xwe nefirotin. Lê dîsa jî ji bo ku ev pirsgirêk çênebe me bi kooperatîfên xwe ve hevdîtin kir û me hewl da ku ew li hember hemû pirsgirêkan beran bikirin. Em di vê mijarê de serkeftî bûn."
Guvendî got ku heke li cihekî ewlehî tunebe mirov xêynî canê xwe biparêzin, nikarin tiştên din bikin û wiha axivî: "Ji ber vê dema terorê de cotkar tirsiyan û neçûn zeviyan, an jî tirsiyan malên xwe neanîn bazarê. Lê şikir niha rewş hinekî aramtir e û her kes car din çû li ser karên xwe."