İbrahim Atmaca
17 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya TEKNOFEST Îstanbulê ku çalakiya teknolojiyê ya herî mezin a Tirkiyeyê ye û Ajansa Anadoluyê (AA) bû Şirîkê Ragihandina wê ya Global, dest pê kir.
Bi pêşengiya Weqfa Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yê) û Wezareta Sanayî û Teknolojiyê, bi piştgiriya sazî û fîrmayên girîng ên welêt va festîval li Balafirgeha Ataturkê hat lidarxistin û deriyê xwe ji ziyaretvanan ra vekir.
Hemû amadehiyên festîvalê hatin kirin, ji serê sibê pê va bi weşana muzîkê ya ku li sahneya mezin hatiye avakirin vebû.
Pêşbaz ji serê sibê pê va hatin qada festîvalê û li standên xwe bi cih bûn. Ji bo welatiyan cihên kontrolê hatin avakirin û welatî piştî kontrolê ketin hundir.
Tê plankirin ku heta roja dawîn a festîvalê gelek çalakî werin lidarxistin, stantên fîrmayan jî wê der heqê çalakiyan da agahiyan bidin.
Di festîvalê da çalakiyên herî girîng encama fînalên pêşbirkan e û piştî fînalan kê bi ser ketibe wê xelatên xwe bistînin. Îsal wê bi tevahî 3 milyon lireyî zêdetir xelat werin belakirin. 2 hezar tîm û 10 hezar fînalîst wê di fînalê da têkevin pêşbaziyê.
Ji 122 welatan û 81 bajarên Tirkiyeyê bi tevahî 17 hezar û 373 tîm û 50 hezar pêşbazî serî li pêşbaziyan dabû.
Di festîvalê da wê bi pereşûtan bifirin û konserê werin dayîn.
Festîval wê di 22yê îlonê da kuta bibe.