Dadgeha Destûrê der barê Îlker başbûg de biryara îxlalê da. Li ser vê yekê parêzerê Başbûg Îlkay Sezer der barê muwekîlê xwe de daxwaza tehliyeyê kir. 20emîn Dadgeha Cezaya Giran a Nobedar a Îstanbûlê li ser vê daxwazê lêkolîn kir û biryara tehliyeyê da.
Sererkanê teqawîd yê berê Orgeneral Îlker Başbûg piştî biryara tehliyekirinê ya 20emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji Girtîgeha Sîlîvriyê derket.
Başbûg piştî tehliyeya xwe daxuyanî dan rojnamevanan û wiha axivî:
"Ew kesên ku bi nefret tevdigerin 26 meh di vê girtîgehê de em girtin. Ji jiyana min 26 meh hat dizîn. Ez ev 26 meh in ku ji mafên xwe yên azadiyê mam. Lê belê wekî ku min di 6ê kanûna paşîn a 2012an de jî got gelê tirk di demek kurt de fêm kir ku tu eleqeya me bi derbeyê re tune ye."
Başbûg got ku serbestiya wî destpêkek e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îro tehliyekirena min destpêkek e. Ez ji dil û can bawer dikim ku hevalên min yên ku li girtîgehên Sîlîvrî, Hasdal, Sîncan û Maltepeyê nin, di demek kurt de azadiya xwe bi dest bixin. Heke ev bi cih neyê tu wateya serbestmayîna min tune ye. Ji ber ku hevalên min yên wek Tûncer Kilinç Paşa, Hûrşît Tolon Paşa, Bîlgîn Balanli Paşa, Hasan Igsiz Paşa, ji aliyê din Tûncer Ozkan û Dogu Perînçek jî, wek min bê sûc in.
Her wiha ez dixwazim vê jî bibêjim ku hincetên ji bo serbestberdana min hatin bikaranîn ji bo wan jî derbasdar in. Ji ber wê jî dê ew jî di demek gelek nêz de azadiya xwe bi dest bixin. Em hemû ji vê bawer dikin. Tu hêz nikare beriya vê yekê bigire."
Başbûg got ku "Girtîgeh warê êş û eleman in. Ez li vir dixwazim ji dil bibêjim ku digel her tiştî di min de misqalek nefret û fikra tolhildanê tune ye. Ji ber ku ez bawer dikim ku kesên ku di dilê wan de nefret heye zirarê digihînin xwe tenê. Nefret li hember hezkirinê têk diçe. Hindûrê me tije hezkirin e."
Başbûg di axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em tiştek tenê dixwazin, em edaletê dixwazin. Ez ji bo bicîhatina edaletê dema li ser kar bûm çawa xebitîme, dê ji niha pê de jî dê wisa bixebitim. Heta hevalê min ê dawî ji wir derkeve ez dê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Der barê Başbûg de qedexeya derketina derveyî welêt derxistin. Piştî ku Başbûg ji girtîgehê derket gelek kesan pîrozbahî dan wî. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî telefonî Îlker Başbûg kir û gotê derbasî be.