2016 ж. 21 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 22 тамыз
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê girtiyên ku tevgerên wan baş e û ji bo berdana wan a bişert 2 sal an jî demeke hindiktir maye, tevdîra serbestiya kontrolkirî tê standin û girtî tên berdan.
Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ya ku jimareya wê 671 e û di Rojnameya Fermî da hat weşandin va madeyeke berwext li Qanûna Der Heqê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê da hat zêdekirin û bi erkê vê madeyê li girtîxaneyên Diyarbekirê tehliye dan destpêkirin.
Ji Girtîxaneya Tîpa E ya Diyarbekirê 17 kesên ku miemeleyên wan temam bû hatin berdan. Kesên hukimxwarî yên ku hatin berdan, kesên ku li benda wan bûn hembêz kirin û şa bûn.