Mesut Varol
21 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2021
Li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji bona rê li ber derbasbûnên dereqanûnî, qaçaxcîtî û terorîstan bigirin çêkirina dîwarê moduler didome.
Li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji bona rê li ber derbasbûnên dereqanûnî, qaçaxcîtî û terorîstan bigirin çêkirina dîwarê moduler didome. ( Necmettin Karaca - Anadolu Agency )
Di xebatên çêkirina dîwar da heya niha montaja beşa 3 kîlomêtroyî hatiye temamkirin, 110 kîlomêtro xendek hatiye kolandin û 76 monoblok û bircên legoyê hatine avakirin.
Xebatên dîwarê moduler û bircan ji Çaldirana navçeya Wanê li ser sînorê Îranê dest pê dike û heya xeta Bazîda navçeya Agiriyê û Gevera navçeya Hekariyê dirêj diçe.
Fîrmayên ku dîwar çêdikin santralên betonê ava kirine û bi blokên betonên yên ku 3 mêtro bilind, 2 mêtro û 80 santêmêtro fireh û 7 ton giran in bi saya makîneyên kar li ser zemîna hatiye amadekirin dîwar lêdikin.
Dîwarê li ser sînorê navçeyê wê li ser xeteke 63 kîlomêtro bê çêkirin ku heya niha montaja beşa 3 kîlomêtroyî hatiye temamkirin. Ji xeynî dîwarê ewlehiyê xebatên kolana xendekan jî didome. 110 kîlomêtro xendek hatiye kolandin û 76 monoblok û bircên legoyê hatine avakirin. Wek mayîn xebatên çêkirina 103 bircên elektro optîk jî dewam dikin.
Qaymeqamê Çaldiranê Yusuf Duranî Dînçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir bi temamkirina dîwarê li ser sînorê Tirkiye û Îranê wê sînor hê ewledar be.