İlhami Erkılıç
21 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2021
Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be.
Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 40, li Tunceliyê 38, li Agiriyê 36, li Erziromê 35 û her wiha li Erdexanê jî 31 pile be.