DIYARBAKIR
Nûner û rîspiyên Saziyên Civakî yên Sivîl (STK) ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, ji ber bûyerên terorê banga eqlê selimiyê kirin.
Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Konfederasyona Esnaf û Sineetkaran a Tirkiyeyê (TESK) û Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sineetkaran a Diyarbekirê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Tirkiye bi welatiyên xwe yên tirk û kurd ve yek perçe ye.
Ebedînoglu destnîşan kir ku di rojên dawîn de, lîstikên kirêt tên lîstin û wiha dewam kir: "Em li vir bangî birayên xwe yên tirk dikin; bila tu kes nekeve van defikên kirêt. Dibe ku van bûyeran vegerînin şerê kurd û tirkan ku tu caran îhtimaleke wiha nabînin. Em yek in. Bi hezaran kurd û tirk bi hev du re zewicîne. Daxwaza me ji gel ew e ku bi eqlê selîm tevbigerin."
Omer Evsenê Serokê Şaxa Diyanet-Sena Diyarbekirê got: "Di navbera tirk û kurdan de dijminî tuneye. Heke dijminatiyeka wiha di navbera wan de çêbe dê gel ji hev du biqete."
Aydin Ozgenê Serokê Komeleya Otobêsvanan ên Diyarbekirê jî got ku ew ji ber bûyerên ku li herêmê qewimîn xemgîn in.
- Batman
Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Mistaqîl (MUSÎAD) ê Şaxa Batmanê Sûat Ozdemir jî wiha axivî: "Dixwazin li Tirkiyê şerê tirk û kurda rû bide. Li gor me rast nîne ku hemû gelê kurd wek PKKyî bê nîşandan."
- Mêrdîn
Sekreterê Giştî yê Komeleya Dostanî, Perwerde, Alîkarî û Hevkariyê ya Mêrdînê Muhammed Arasan jî got: "Rast nîne ku hemû gelê kurd wekî PKKyî û HDPyî bê nirxandin."
Arasan got ku "Ev welat têra me hemûyan dike" û bal kişand ser yekîtî, bi hev re jiyîn û biratiyê.
Serokê Komeleya Tehlîlên Stratejîk ên Navneteweyî û Lêkolînê (USTAD) Ahmet Akgul jî destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê ne tenê bi kêrî herêmê bi kêrî hemû Tirkiyeyê hat.
Akgul hewl didin ku aramiya herêmê sabote bikin û wiha xeberda "Xebera gelek şehîdan ji me re hat."
Akgul got: "Çawa ku her kurd PKKyî nîne wisa her PKKyî jî kurd nîne."
- Şirnex
Serokê Nûh Egîtîm-Dera Şirnexê Nûrettîn Tatar jî got ku daxwaza terorê ew e ku gel ji hev du re bike dijmin, gefan li aramiya gel bixwe û bibe sedema kaosê û wiha dewam kir: "Çi çaxî welatê me geş dibe, aram dibe wê gavê bûyerên terorî yên ku hêzên derve piştevaniya wan dikin, diqewimin."
- Elezîz
Ji rîspiyan Hayrettîn Koç jî got ku misilman birayê hev du ne û wiha dewam kir: "Eleqeya PKKê bi dîn bi îslamiyetê tuneye. Dibêjin ku ew mafên gelê kurd diparêzin, ev derew e. Kesên aqilmend bi van derewan naxapin."
- Bîngol
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Odeya Ajovan û Tirimbêlvanan ê Bîngolê Alî Bayram jî got ku ew hemû cureyên terorê lanet dikin û wiha axivî: "Em jî ji welat û miletê xwe hez dikin. Em jî li pêşberî alaya xwe rêz digrin."