MARDÎN
Ji 4 polêsên ku di teqîna li Dargeçîta navçeya Mêrdînê birîndar bûn jê yek cangorî bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, teqemeniya ku bi destê terorîstan li ser rê hatibû veşartin, gava ku wesayita bizirx a polêsan derbas dibû hat teqandin. Ji 4 polêsên di bûyerê de birîndar bûn yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê dihat tedawîkirin yek digel midaxeleyan mir.
Tedawiya 3 polêsên birîndar ên din dewam dike.
Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê, teqemeniya ku terorîstên PKKyî li ser rê veşartibûn, dema ku wesayita polêsan derbas dibû hatibû teqandin û di teqînê de 4 polês birîndar bûbûn. 3 polês biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê û polêsek jî biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û li vir derman dikirin.