Elif Irmak
18 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2020
Serokomar Erdogan ji bo ku hin projeyên ku temam bûne veke û beşdarî kongreya ewil a partiya xwe bibe dê sibê Şirnexê ziyaret bike, Şirnexî ji ber ziyareta Serokomar kelecanî ne.
Berî ziyaretê li Stada Bajêr a Şirnexê ya ku dê lê kongreya bajêr a AK Partiyê bê kirin amadehî hatin temamkirin. Li qada şîn a li statê li gor mesafeya civakî sendelî hatin bicîkirin û stat bi alayên Tirkan û alayên partiyê hat xemilandin.
- Bajêr bi afîşên Tirkî û Kurdî hat xemilandin
Li qada ku posterên mezin ên Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan hatin daliqandin ji bo protokolê beşeke cuda hat çêkirin. Li stata ku pankartên Tirkî û Kurdî hatin daliqandin da qadên ku dê delege deng bidin hatin sererastkirin.
Piştî ku agirê wan hat pîvan dê ji 8 deriyên cihê partiyiyan hildin hûndir. Saeta daketina hûndir ya her navçeyê dê cuda be. Di navbera her saetên li qadê da dê mêtro û nîv mesafe hebe. Dê melzemeyên dezenfektan û pênûsên ji bo carekî bidin 640 delegeyî.
Serokbajarê Şirnexê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkan der barê amadehiyan da axivî û diyar kir ku amadehiya kongreyeke ji bo Şirnexê hem girîng hem jî watedar dikin.
- "Şirnex mala Serokomar bixwe ye, tê mala xwe"
Haci Namdarê Şirnexî diyar kir ji ber ku dê Serokomar Erdogan bê Şirnexê kelecanî ne û got ku "Ser serê me cihê Birêz Serokomarê me heye. Em gelekî ji Birêz Serokomarê me memnûn in. Lewra li me xwedî derdikeve. Şirnex mala Serokomar bixwe ye, tê mala xwe. Em gelekî kêfxweş in. Birêz Serokomar jixwe ne yê Şirnexê serokê dinyayê ye. Em gelekî ji ber hatina wî kêfxweş in, li bendê ne, ser serê me cihê wî heye. Em hem Tirkî hem Kurdî silavê didin wî."
Huseyîn Karal jî got ji ber ku dê Serokomar Erdogan bê Şirnexê gelekî kêfxweş û bi kelecanî ne û got ku "Em gelekî jê hez dikin. Ji ber hatina wî gelekî kêfxweş in. Keda wî li Şirnexê gelekî zêde ye. Ew bavê feqîran e. Ji bo bajarê me xizmetên gelekî mezin kirin. Em ji Serokomarê xwe gelekî hez dikin, gelekî kêfxweş in. Em wek Şirnex deriyê xweî mala xwe, dilê xwe jê ra vedikin."