Tirkiye

"Li Qada Sakaryayê li herêma Tuna-1ê mîqtara rezerva xaza siruştî bi tevahî gihîştiye 405 milyar metrekupî"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Qada Sakaryayê li herêma Tuna-1ê mîqtara rezerva xaza siruştî bi tevahî gihîştiye 405 milyar metrekupî"

Nihat Kavşut  | 17.10.2020 - Rojanekırın : 18.10.2020
"Li Qada Sakaryayê li herêma Tuna-1ê mîqtara rezerva xaza siruştî bi tevahî gihîştiye 405 milyar metrekupî"

Zonguldak

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdan û lêkolîna li Fatîha keştiya sondajê daxuyanî.

Erdogan diyar kir li Qada Sakaryayê li herêma Tuna-1ê mîqtara rezerva xaza siruştî bi tevahî gihîştiye 405 milyar metrekupî û got ku hedefa me ew e ku di sala 2023yan da gelê me bikaribe vê xazê biemilîne.

Serokomar Erdogan diyar kir piştî xebatên test, analîz û hûrgiliyên endezyariyê li rezerva hat keşifkirin 85 milyar metrekup hat zêdekirin û wiha got: "Rezerva ku me li Behra Reş keşif kir heya niha çavkaniya hîdrokarbonê ya herî mezin ya welatê me ye."

Erdogan got ku me robotê binê avê yê bi teknolojiya pêşketî ya ji dûr va tê kontrolkirin jî bi îmkanên xwemalî çêkir û xiste xizmeta sektora petrolê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir biryardar in ku destûrê nedin tu karê mafên welatê me û gelê Qibrîsê tune hesab dikin.

Erdogan diyar kir bi van keşfên ku bawer dikim wê dewama wan jî bên înşellah di warê xaza siruştî da pêwîstiya welatê wan ya bi derva dê bi piranî kêm bibe.

Serokomar Erdogan destnîşan kir rê li hewlên Tirkiyeyê ji têkoşîna parvekirina çavkaniyên hîdrokarbonê ya li Behra Sipî ya Rojhilat dûr digirin birîne û deriyê heyameke nû vekirine.

Erdogan di axaftina xwe da got ku çavê me di heq û hiqûqa kesî da bi taybetî jî di axa kesî da tuneye.

Serokomar Erdogan diyar kir wê li Behra Sipî û Behra Reş lêgerîna hîdrokarbonê bidomînin.

Erdogan destnîşan kir wê bi hilberîn, îxracat û îstixdamê mezinkirina aboriya xwe bidomînin û got ku heta Tirkiyeyeke hêzdar û mezin pêk neynin em ê nesekinin û newestin.

Serokomar Erdogan diyar kir heger li Rojhilatê Behra Sipî helwesteke adil neyê nîşandan wê ev bi eşkereyî îlan bike ku dawiya Yekîtiya Ewropayê hatiye û wiha axivî: "Êdî ji bo Tirkiyeyê ji vê rê vegerînin ne derbe ne dafikên aboriyê ne lîstikên siyasî ne jî tehdîdên berhewa têrê dikin."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ez dixwazim bêjin 405 milyar mêtrekup xaza siruştî ya ku em ê ji bîra Tuna 1ê derxin ji welat û miletê me ra bi xêr û bi bereket be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.