27 Sibat 2020•Rojanekirin: 28 Sibat 2020
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewata li Girava Îmraliyê da wiha got: "Şewat hat kontrolkirin. Ber destê sibehê bi firoke, 20 arazoz û 2 dozeran me midaxeleyî şewatê kir."
Pakdemirlî li Antalyayê li herêma tesîsan ya Kunduyê di "Komxebata Berhemdariya Avê ya 8emîn" da axivî ku li otêlekê hat lidarxistin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir şewat hatiye kontrolkirin û wiha got: "Ber destê sibehê bi firoke, 20 arazoz û 2 dozeran me midaxeleyî şewatê kir. Agir bi dehlê ketibû. Şewat ji girtîgehê dûr e. Ekîbên xwe xebatên xwe didomînin."