Tirkiye

Şewata li dehla Gola Kuyucukê hat temirandin

Cüneyt Çelik  | 25.04.2024 - Rojanekırın : 27.04.2024
Şewata li dehla Gola Kuyucukê hat temirandin

Kars

 Şewata li dehla Gola Kuyucukê ya ku wekî Qada Ramsarê ya Tirkiyeyê ya 13em di bin parastinê da ye, hat temirandin.

Gola li navçeya Arpaçayê ya ku ji 245 hektarî pêk tê û li ser rêya koçê ya Avrasya-Afrîkayê mazûvaniya gelek cisnên balindeyan dike û her wiha di heman demê da jî 416 hektar qada wê ya Ramsarê heye, ji ber kêmbûna avê dehlên wê ziha bûn.

Di dehlên ku ziha bûn da ji ber sedemeke tesbîtnekirî şewat derket. Bi tesîra bayê şewat belav bû, lê bi midaxeleya îtfaiye û hin gundiyan şewat hat temirandin.

Cendirmeyê der heqê şewatê da lêpirsîn da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın