24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
BÎNGOL
Walîtiya Bîngolê daxuyanî da û bi bîr xist ku endamên PKKya rêxistina terorê xwestin ku duh rêya Bîngol-Elazigê ji çûn û hatinê re bigirin û li ser vê yekê jî hêzên ewlehiyê mudaxele bir ser wan. Piştî şerê ku qewimî 2 endamên rêxistinê tevlî çekên xwe mirî hatin dîtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên rêxistinê duh êvarê saet di dora 21.30yî de li texma gundê Kurudereyê xwestin rêya di navbera Bîngol û Elazigê de ye bigirin.
Ji ber vê bûyerê jî hêzên ewlehiyê çûn herêmê, mudaxele kirin û li ser vê jî şer derket. Îro jî hêzên ewlehiyê derketin teqîbatê û 2 terorîstên mirî tevlî çekên xwe hatin dîtin.
Hat gotin ku li herêmê operasyon didome.