LEFKOŞA
Mustafa Akinciyê ku wek serokomarê Qibrîsê hat hilbijartin, li Meclisa Komarê sond xwar.
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Serokomarê Duyemîn ê Qibrîsê Mehmet Alî Talat, parlementer û rayedarên leşkerî jî beşdarî merasima sondxwarinê bûn.
Li Qibrîsê roja yekşemê hilbijartin hatibû kirin û Akinci ji sedî 60,5 ray sitendibû û wek serokmarê 4emîn hatibû hilbijartin.
Akinci li gor benda 100emîn a Destûra Bingehîn sonda serokomariyê xwar.
Akinci piştî sondxwarinê ji bo wezîfeyê ji Dervîş Eroglu dewr hilde derbasî Qesra Serokomariyê bû.